top of page

KANÎYA GEWHER
 
Zîlên gora porên te çi nazik û narîn e
Wek qaza Îraqê destê min di nav da bigerîne
Histîyê te zirav dirêj çavên te reş  tarî ne
Li ser singê qelqaş ref ref kewa danîne
 
Hûr  hûr li erdê dikişî kaniya gewherî
Gerînekên Mûrad î ji pêla ra hevser î
Gure gura Ferat î na na tu ava kewser î
Li cihê evîndaran bi şev bi roj digerî
 
Gustîla destê Mem î nîşana Zînê yî
Şikefta  Hesenevdalê  desmala Nazê yî
Zinarê Sîpan î kalekala Xecê yî
Tu fikra Mecnûn î di eşqê da asê yî.

Xana Delalan Mehmet Sait Yaman NA YAYINLARI

Değerlendirmelere göre beş yıldız üzerinden hesaplanan puan 0.0
198,00₺Fiyat
    bottom of page